Li Dera û Quneytîrayê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê

Îsraîlê di 24 saetên dawîn de bi rêya topbarana li derdora bajarokê Semdaniyê yê Quneytîra û ketina gundê Meiriye yê rojavayê Derayê de tevgerên xwe yên leşkerî li xaka Sûriyeyê zêde kirin.

Li Dera û Quneytîrayê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê
8 sibat, 2026   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê tevgerên xwe yên leşkerî li gundewarê Dera û Quneytîrayê yên başûrê Sûriyeyê zêde kirin.

Li gorî şahidan, Îsraîlê li derdora bajarokê Semdaniyê yê Quneytîrayê zeviyên çandiniyê topbaran kirin, lê tu agahiyên der barê çêbûna birîndaran de nehatin parvekirin.

Şahidan da zanîn ku nêzî 20 wesayît û erebeyên leşkerî yên Îsraîlê derbasî gundê Meiriye yê herêma Hawiza Yermûkê yê rojavayê Derayê bûn. Hêzên Îsraîlê bi ser malên gund de girt.

Ev rageşî di gel aloziyên berdewam li herêmê de pêk tê.

(fr)

ANHA