Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn

Bi boneya salvegera 32ˊyemîn a şehadeta şehîd Mizgîn li Qamişlo û kantona Efrîn û Şehba merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn
Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn
Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn
Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn
Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn
Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn
Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn
Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn
Li Qamişlo û Şehba şehîd Mizgîn hat bibîranîn
11 gulan, 2024   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şehîd Mizgîn di salvegera şehadeta xwe ya 32ˊyemîn de li Qamişlo û kantona Efrîn û Şehba hat bibîranîn.

QAMIŞLO

Bi minasebeta 32’yemîn salvegera şahadeta şehîd Mizgîn, TEV-ÇAND û Tevgera Hîlala Zêrîn a Jinê li bajarê Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de hunermend, nivîskar, rewşenbîr, endamên saziyan û gelek kes beşdar bûn.

Di merasîmê de hunermend Delîl Mîrsaz axivî. Mîrsaz di axaftina xwe de diyar kir ku heyva Gulanê dilê şoreşê ye.

Mîrsaz bal kişand ser kesayeta şehîd Mizgîn û diyar kir ku dengê Mizgîn êşa bi hezar salan a jinên Kurd e.

Mîrsaz axaftina xwe wiha dom kir: “Şehîd Mizgîn xwedan kesayeteke Apoyî bû. Heval Mizgîn li hember dewleta Tirk a dagirker heya guleya xwe ya dawiyê li ber xwe da û gihîşt asta şahadetê. Em di şexsê şehîd Mizgîn de hemû şehîdên Gulanê bi bîr tînin û em bejna xwe li hember wan ditewînin. Em soza bilindkirina têkoşînê didin.”

Der barê jiyana şehîd Mizgîn û şehîdên çand û hunerê de sînevîzyonek hat pêşandan. Her wiha merasîma bîranînê bi helbestên Ferhat Merdê û helbestvan Enahîta Sîno dom kir.

Komên TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin.

ŞEHBA

Desteya Çand û Hunerê bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn şehîd Mizgîn di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî. Merasîm li hola Desteya Çand û Hunerê ya Ehdasê bi beşdariya endamên desteyê, meclis û bi dehan xelkê Efrîn û Şehbayê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama rêveber a Desteya Çand û Hunerê Newroz Silêman axivî û got: "Şehîd Mizgîn di têkoşîna xwe de bi pêş ket. Li Ewropa, ruxmî astengiyan, huner kir yek. Meha biharê meha şehîdan e."

Dûre li ser jiyana şehîd Mizgîn û şehîdên çand û hunerê sînevîzyonek hat pêşandan.

ANHA