Bi boneya Roja Cîhanê ya Mamosteyan çalakî

Bi boneya Roja Cîhanê ya Mamosteyan, mamosteyên Efrîn û Şehbayê yên li kantona Tebqayê bi cih bûn, mamosteyên bajarê Amûdê çalakiyên cihereng li dar xistin. Mamosteyan, di çalakiyan de teqezî bi rola mamosteyan di avakirina civakê, parastina nirxên wê de kirin. Mamosteyan banga rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser dibistanan, misogerkirina vegereke ewle ji mamosteyan ji bo ku vegerin warên xwe, kirin.

5 cotmeh, 2025   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Mamosteyan a kantona Efrîn û Şehbayê yên li kantona Tebqayê bi cih bûne, bi boneya Roja Cîhanê ya Mamosteyan, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de îşaret bi bandora koçberiyê û êrişên dewleta Tirk li ser perwerdehiyê hate kirin. 

Di dewama daxuyaniyê de ku li stargeha demkî ya li bajarê werzîşê, ji aliyê endamên yekitiyê Fatme Kilkawî û Fatme MIhemed ve hatiye xwendin, hate diyarkirin ku tevî şert û mercên dijwar, lê mamosteyên yekitiyê hewldanên xwe dikin ji bo ku pewerdehî berdewam bike û pêş bikeve.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê piştgiriya hewldanên mamosteyan û rola wan di avakirina civakê û nifşên bê de bê kirin û bang kirin ku ji bo temamkirina karê xwe, tiştên pêwîst ji mamosteyan re bên pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi dabînkirina vegereke ewle ji koçberan re hate kirin û hate diyarkirin ku çareseriya êşên ku dijîn û pêşxistina perwerdeya bi zimanê zikmakî, veger e.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina dagirkeriyê û siyasetên guhertina demografiyê û bicihanîna bendên lihevkirina 10`ê Adarê hate kirin. 

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî mamosteyan, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, koçberên Efrîn û Şehbayê li goristana Şehîd Îsmaîl Hogir kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, UNESCO û UNICEF`ê hate kirin ku ji bo rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî saziyên perwerdehiyê, dabînkirina hawîrdoreke ewle û aram, çareserkirina doza koçberan destwerdanê bikin û piştgiriya vê saktorê bikin.

 Di dawiyê de beşdaran gul danîn ser gorên şehîdan û mûm vêxistin.

(şx)

ANHA

TEBQA