Li Dêr Hafir û Meskenê xebatên xizmetguzariyê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê li bajarên Dêr Hafir û Meskenê yên rojavayê kantona Tebqayê xebatên xwe didomîne.

Li Dêr Hafir û Meskenê xebatên xizmetguzariyê
Li Dêr Hafir û Meskenê xebatên xizmetguzariyê
Li Dêr Hafir û Meskenê xebatên xizmetguzariyê
Li Dêr Hafir û Meskenê xebatên xizmetguzariyê
Li Dêr Hafir û Meskenê xebatên xizmetguzariyê
14 ÇILE, 2025   18:47
TEBQA

Di çarçoveya xebatên xizmetguzarî de Şaredariya Gel a Tebqayê dest bi xebatên paqijkirina bajarên Dêr Hafir û Meskenê kir. Ew her du bajar ji aliyê rejîma Sûriyeyê ya berê ve hatibûn paşguhkirin.

Li bajarê Dêr Hafirê şaredariyê, tax û kolanên bajêr paqij kirin û zêdetirî 15 hezar metrekab çop rakir û bir sergûya giştî ya bajêr.

Şaredariyê tax û kolanên bajarê Meskeneyê jî paqij kirin.

Xebatên paqijiyê wê bidomin û dûre şaredarî dê derbasî bajarokên El Dibsî bibe ku xebatên xwe li wir jî bidomîne.

(şx/fr)

ANHA