Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

Zêdetirî 300 delegeyên rêxistinên jinan geşedanên siyasî nîqaş kirin. Beşdaran diyar kir ku ji bo xêzkirina siberoja Sûriyeyê nêrîn û xîtabên hevgirtî gelek girîng in û divê jin tev li xebatên siyasî û konferansa nîştimanî ya Sûriyeyê bibin.

Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Jinan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
14 ÇILE, 2025   18:35
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn li Sûriyeyê û nîqaşkirina tevlêbûna jinan di xêzkirina siberoja Sûriyeyê de, civîneke berfireh li dar xist.

300 jin ji kantonên Reqa, Tebqayê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), tevger û rêxistinên jinan li hola Mişwar kom bûn.

Beriya civînê, endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif axivî û di şexsê rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbya şehîd Kerem El Hemed tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. şehîd Kerem El Hemed di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana sivîlan a ku di 8ˋê Çileyê de berê xwe dabû Bendava Tişrînê de şehîd bû.

Foza behsa geşedanên siyasî û leşkerî kirin û got: "Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Wê çarenûsa sûriyeyiyan diyar bibe. Divê em rewşê baş analîz bikin, ji bo ku xetereyan derbas bikin."

Foza îşaret bi armancên destpêkirina Şoreşa 19ˋê Tîrmeha 2012ˋyan kir û got: "Dema şoreşê dest pê kir, armanca wê ew bû ku sûriyeyî bi rûmet bijîn û edaleta civakî û destmokrasî pêk bê, mafên pêkhateyan werin parastin û wekheviya zayendî çêbe."

Foza diyar kir ku têkoşîna gelan a li Baur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe re projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir ku ew jî azadiya jinê bingeha têkoşîna dijî zihniyeta dûrxistinê ya desthilatê esas digire.

Berdevka nivîsgeha têkiliyan a PYD`ê şaxê Reqayê Ewatif El Îsa jî got şoreşa jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî jinan re lêveger û mînak e.

Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Helîme Eto diyar kir ku jin dixwazin di xêzkirina siberoja Sûriyeyê de rol bilîzin û tev li diyaloga nîştimanî bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku lidarxistina mîna van civînan li bajarên cuda yên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e.

(şx/fr)

ANHA