Li çolistana Hemayê êrişa DAIŞ`ê: 5 kuştî

Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Hemayê êriş hêzên alîgirên hikumeta Şamê kir û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li çolistana Hemayê êrişa DAIŞ`ê: 5 kuştî
15 îlon, 2024   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li herêma Asreya ya çolistana Hemayê, kemînek li pêşiya hêzên alîgirên hikumeta Şamê daniye û di encamê de 5 çekdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûn. 

Hêzên alîgirên hikumeta Şamê li ser rêya Asreya-Xenasir derketibûn keşfê. her wiha hate zanîn ku kuştî tevda ji herêma Sifîrê ya Helebê ye.

(şx)