Piştî girtina xwendekarekî li Siweydayê efserên hikumeta Şamê hatin revandin

Piştî ku hêzên hikumeta Şamê xwendekarekî zanîngehê di Sibatê de girt, komeke şêniyên Siweydayê gelek efserên hêzên hikumeta Şamê revandin.

Piştî girtina xwendekarekî li Siweydayê efserên hikumeta Şamê hatin revandin
25 nîsan, 2024   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Siweyda 24 ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên agahdar, komeke şêniyên Siweydayê gelek efserên hikumeta Şamê revandin. 

Li gorî malperê sedema revandinê, hêzên hikumeta Şamê di Sibatê de xwendekarekî zanîngehê girtiye û heta niha bernedaye.

Malperê da zanîn ku belavbûna îdiayên ku îşkence li xwendekarê girtî tê kirin, hişt ku şênî vê bertekê nîşan bidin.

Malperê diyar kir ku heta niha sedemên girtina xwendekar nehatine zanîn, lê di heman demê de aşkera kir ku malbatê gotiye girêdayî xwepêşandanên berdewam ên li Siweydayê ne, ruxmî ku tev lê nebûye. Hin çavkaniyan jî got ji ber nivîsên wî yên li ser Facebookê ye.

Li gorî malperê, piştî bûyerê saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê nahêlin efser û endamên wê di benda kontrolê ya El Mesmiye re derbasî Siweydayê bibin, ji bo ku neyên girtin.

Li gel van geşedanan, xwepêşandanên şêniyên bajêr li Qada Kerame berdewam in û banga guhertina siyasî li gorî biryara 2254’an a NY`yê, serbestberdana girtiyan û hilweşandina rejîmê dikin.

(şx)