Ji kedkarên çapemeniya azad bang xwdî derketinê

Kedkarên çapemeniyê yên Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşa polîsên Belçîkayê ya li dijî saziyên çapemeniya azad Stêrk TV û Medya Haber TV’ê ya di şeva 23’yê Nîsanê de banga beşdarbûna çalakiya li pêşiya Qesra Edaletê ya li Brukselê kirin.

Ji kedkarên çapemeniya azad bang xwdî derketinê
25 nîsan 2024   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Kedkarên çapemeniyê destnîşankirin ku polîsan di kêliyên êrîşê de vandalîzmeke mezin nîşan dane û banga piştevaniyê çapemeniya Kurdî kirin û gotin: “Em bang dikin ku herkes beşdarî mîtînga me ya bi navê ‘Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin’ bibin.  Wê mîtîng roja Şemiyê (27.04.2024) li pêşiya Qesra Edaletê ya Brukselê (Place Poelaert 1, 1000 Bruxelles) were lidarxistin.  

Bangewazî bi vî rengî ye:

‘’Di şeva 23’yê Nîsanê de ji aliyê 200 polîsan ve li dijî  stûdyoyên televîzyonên Kurdî STÊRK TV û MEDYA HABER TV’ê êrîşeke derqanûnî pêk hat.

Polîsan destûr neda ku xwediyên şîrket û xebatkarên televîzyonê di kêliyên lêgerînê de bikevin bînayê. Polîsan di lêgerînê de bi vandalîzmeke mezin; deriyên stûdyoyan şikandine, panelên ekrana ji cihê wan derxistine, kablo birîne, mase ji hev belav kirine û heya zirar dane guldankan jî.

Hate ragihandin ku ev êrîşa sosret û derqanûnî li ser daxwaza welatekî din hatiye kirin.

Mixabin ku rayedarên Belçîkayê jî tevlî bazarên qirêj ên di navbera dewletan de yên ku gelê Kurd û çapemeniya wan krîmînalîze dikin, bûye.

Ev êrîş tevî ku li dijî mafê ragihandinê yê Kurdan e û her wiha di heman demê de li dijî azadiya çapemeniyê û nirxên demokratîk e jî.

Em weke rojnameger, rewşenbîr, nivîskar û kedkarên çapemeniyê yên Kurdistanî didin zanîn ku em tu carî vê yekê qebûl nakin û her wiha van kiryarên qirêj protesto dikin.

Bi taybet saziyên çapemeniyê yên Belçîkayê em bang li hevkarên xwe yên rojnameger û hemû raya giştî dikin ku li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin û banga piştevaniya çapemeniya Kurdî dikin.

Ji ber vê yekê em bang dikin ku herkes beşdarî mîtînga me ya bi navê ‘Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin’ ku mîtîng wê roja Şemiyê (27.04.2024) , di saet 13.00 de li pêşiya Qesra Edaletê ya Brukselê (Place Poelaert 1, 1000 Bruxelles) were lidarxistin.

Beşdarbûn û piştevaniya we wê me bihêztir bike.”