Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Çilaxa 71 şehîd bi bîr anîn û soza berdewamkirina şopa şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxayê 71 şehîd hatin bibîranîn
24 kanûn, 2025   15:11
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê îro ji bo 71 şehîdan ku di mehên Hezîran, Tîrmeh, Tebax, Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîm li Hola Roj a bajêr hate lidarxistin. Hola merasîmê bi wêneyên şehîdan û yên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hat xemilandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hezna Temo axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro di nava herêmên herî ewle û aram ên welêt de ye.

Piştî axaftinê sînevîzyona nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên 71 şehîdan hat pêşandan.

Di dawiya merasîmê de, belgenameyên şehîdan hatin xwendin û wêneyên şehîdan li malbatan hatin belavkirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)