Li cihê Hêva Erebo û hevalên wê şehîd bibûn şitil hatin çandin

Kampanya Jinan a Başûr ya ji bo Piştgiriya Rojava, di çarçoveya kar û çalakiyên ji bo 8’ê Adarê de, serdana cihê ku Endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û hevalên wê di 27’ê Çileya 2025’an de lê şehîd bûbû, gul û şitlên daran çandin.

Li cihê Hêva Erebo û hevalên wê şehîd bibûn şitil hatin çandin
3 adar, 2025   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Kampanya Jinan a Başûr ya ji bo Piştgiriya Rojava, di çarçoveya kar û çalakiyên ji bo 8’ê Adarê de, serdana cihê ku Endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û hevalên wê lê şehîd bûyîn kir.

Jinan dema serdanê de gul li cihê ku Hêva Erebo û hevalên wê lê şehîd ketîn danîn. Piştre jî li heman cihî şitil hatin çandin.

Li vê derê li ser navê jinan Çiro Şiwanî axaftinek kir, di destpêkê de şehîd Salihe û tevayî şehîdên doza azadiya Kurdistanê bibîr anî got: “Em soza şopandina xebat û têkoşîna şehîdan didin. Emê hêjayî têkoşîna wan bin û nehêlin xwîna wan li erdê bimîne.”

Piştre jî jina çalakvan Awaz Îsmaîl axivî û got: “Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk di dema borî de gelek xebatkarên çapemeniya azad û jinên azadîxwaz hedef girt. Em li vê derê soza berdewamkirina têkoşîna wan şehîdan didin.”

Di dewamê de Awaz Îsmaîl li ser banga dîrokî ya Rêber Apo jî axivî û got: “Banga ku Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê kir, derfeteke dîrokiye. Em wek xelkê Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî jin, bi her awayî piştgiriyê didin vê pêvajoyê û pêngavan ji bo serkeftina wê diavêjin.”

Piştî axaftinan bi çandina şitlan û dirûşman dawî li çalakiyê hat.