Jinan çawaniya mîsogerkirina mafên xwe di destûra nû de nîqaş kirin

Di panelê de qala berxwedana jinan hat şîrovekirin û ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

3 adar, 2025   16:24
QAMIŞLO

Kongra Star li Qehvexaneya Nergiz a bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan, kesayetên serbixwe, panelek bi sernavê “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” lidar xist. Di vê panêlê de jî du mijarên wek rewşa jinan a di Şoreşa Rojava de û berxwdana Jinan a di Bendava Tişrînê de hatin nîqaşkirin. 

Piştî deyeqek rêzgirtin, Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizirê Hemrîn Elî axivî. Hemrîn 8 ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir.

Hemrîn wiha got: “Ji bo me wateya 8’ê Adarê rojek pîroz e. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van 14 salên Şoreşê de, her roj ji bo me 8’ê Adarê ye. Bi pêşengtiya jinên Kurd a di Şoreşa Rojava de stûnekî jinan hat avakirin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî li tevahiya cîhanê, bû mînak û îro li wir jiyanî bûye.”

Beşdaran jî li ser mijara panelê nêrînên xwe anîn ziman. Jinan piştgiriya xwe bi berxwedana Bendava Tişrînê diyar kirin û got, YPJ û QSD’ê hebûn, ziman û çanda gelên herêmê diparêzin.

Di dawiyê de berdevaka Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişlo Îbtîsam Hisên encamnameya panelê xwend. Ji bendên encamnameyê:

Bilindkirina asta têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Ji bo azadiya tevahî jinên sûriyeyî asta têkoşînê were bilindkirin.

Ji bo avakirina lêvegera jinên sûriyeyî têkoşîn were kirin.

Nasandina Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî jinên sûriyeyî û cîhanê.

Mîsogerkirina mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de.

(bb)

ANHA