Jinan tundiya siyasî û rêbazên pêşîgirtinê nîqaş kirin

Jinan di panelekê de diyar kir ku divê rola jinan di qada siyasî de were pêşxistin û bang li jinan hat kirin ku li dijî tundiya siyasî ya li dijî wan tê meşandin rabin.

3 adar, 2025   16:07
 REQA

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê panelekê li ser "tundiya siyasî ya li dijî jinan" li dar xist. Panel li Hola Mişwar a bajarê Reqayê bi amadebûna jinên çalakvan, hiqûqnas, siyasetmendar, nûnerên saziyên civaka sivîl û Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn a "Tundiya siyasî li dijî jinan" ji aliyê cîgira seroka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zozan Şemo ve hat şîrovekirin. Zozan diyar kir ku ji sedên salan ve jin ji qadên siyasî ve tên dûrxistin.

Zozanê bal kişand têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî tundiya li ser jinan û kesayetên wekî Hevrîn Xelef, Hind El Xidêr, Seida El Hermas, Nadiya El Xeşan û Kerem El Hemed bi bîr anîn.

Mijara duyemîn a bi navê makanîzmeya qanûnî ya têkoşîna li dijî tundiya siyasî ya li ser jinan ji aliyê hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Berekat ve hat şîrovekirin.

Di panelê de sînevîzyonek li ser jiyana sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef hat pêşandan ku 12’ê Cotmeha 2019’an tevî ajokarê erebeya wê Ferhad Remedan li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn qetilkirin.

Piştre berdevka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatima El Ebid encamnameya panelê xwend.

Ji xalkên di encamnameya panelê:

Ji bo mîsogerkirina mafên jinan û destkeftiyên şoreşa jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de xebat were kirin.
Ji bo qanûnên têkoşîna li dijî tundiya siyasî, civakî û aborî ya li dijî jinan xebat were meşandin.
Binpêkirinên li dijî jinan werin belafkirin û radestî dadgehên navneteweyî werin kirin.
Ji bo kujerên jinan sewqî edaletê werin kirin xebateke mezin were meşandin.
Bi armanca nasandina bandorên tundiya li dijî jinan a li ser civak û malbatên pêngavên hişyarkirinê werin lidarxistin.
Tundiya siyasî ya li dijî jinên sûriyeyî were belgekirin.
Rola dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê di tundiya siyasî ya li dijî jinan de werin aşkerekirin.
Teqeziya li ser rola jinan di avakirina civakan de.
Parastina jinên çalakvan.
Divê zagonên ku parastina jinan dike û beşdariya wan mîsoger dikin werin danîn.
Piştevaniya navneteweyî û hiqûqî were pêşxistina da ku faîlên tundiya siyasî werin cezakirin.
Peyama ku tundî dengê azadiyê nabire were ragihandin.

(bb)

ANHA