Li cihê Gulistan û Hêro şehîd bûn şitilê daran çandin

Rojnamevanên jin û malbata şehîd Hêro û çalakvanên jin, bi boneya 8’ê Adarê li cihê Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatîn şehîdxistin, şitlên daran çandin.

Li cihê Gulistan û Hêro şehîd bûn şitilê daran çandin
5 adar, 2025   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 23’yê Tebaxa 2024’an de xebatkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn di encama êrişa balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker de li sînorê navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê şehîd bûn.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li cihê ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bibûn, bi amadebûna malbata şehîd Hêro, rojnamevan, çalakvan û welatparêzan, dar hatin çandin.

Rojnamevan Semîre Seîd bi navê rojnamevanan axaftinek kir û got; “Pêwîste şehîdên ragihandina azad hertim werin bîranîn, divê her tim şehîd Gulistan, Hêro, Cîhan, Nazim, Ezîz û hemû şehîdên çapemeniyê werin bîranîn. Emê peyama 8’ê Adarê bi ruhê van şehîdan ragihînin û 8’ê Adarê pîroz bikin. Niha gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê di qonaxek hestiyar de derbaz dibe, dewletên cîhanê li ser gelê me di warê siyasî û leşkerî de siyasetên cûda didin meşandin. Bi taybet jî dijî xeta ragihandina azad êrişên berfireh hene û dijmin ji dengê rojnamevanên azad ditirse. Ji bo wê ragihandin dibe beşek din ya hedefa dagirkeran û şehîd dikevin. Niha em ber bi 8’ê Adarê diçin, peyama Rêber Apo jî hate belavkirin, ev yek hemû di meha Adarê de tê wateya jiyanê. Divê wek Gelê Kurd em li pey peyama Rêber Apo bin, li ser bingeha vê peyamê ji bo civakek demokratîk têbikoşîn. Weke ragihandina azad em peyama şehîdan dubare dikin, emê bibin dengê heqîqetê.”

Li cihê merasîmê çalakvana bi navê Çinur Îbrahîm jî ji ajansa me re axivî û got; “Divê em jin şehadeta jinên azadîxwaz ji bîr nekin, divê ew hertim dibîra me de bimînin. Jiber ku ew di oxira mafê civak û dengê azadiyê de têkoşiyan û xebat meşandin. Ji bo vê dijmin hertim dixwaze dengê azad qut bike. Ev xebata wan sedema dewamkirina têkoşinê ye, em livir dibêjin divê jin li ser xebat û têkoşîna xwe bin.”

Piştî ku dar hatin çandin, bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn.