Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Qamişloyê şahiyek li dar xist.

Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir
Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir
Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir
Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir
Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir
Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir
Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir
Li Qamişloyê xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kir
5 adar, 2025   15:25
QAMIŞLO

Bi boneya boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Yekitiya Xwendekarên Welatparêz li Stadyuma 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê, şahiyek li dar xist. Bi sedan xwendekar û mamoste beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de tabloyên şêwekariyê û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

Berdevka Yekitiya Xwendekarên Welatparêz Elîsar Şêxo bixêrhatina beşdaran kir û 8’ê Adarê li hemû jinan, şervanên YPJ’ê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Ev roja pîroz rojeke girîng e ji bo hemû jinên cîhanê. Felsefe, fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan nirx û ronahiyek da jinan. Diyariya ku rêberê me ji hemû jinên cîhanê re şand coş û kêfxweşiyek xiste dilê hemû jinan û ew diyariyeke pir bi nirx bû.”

Şahî bi stranên komên Hîlala Zêrîn û gerandina govendê bi dawî bû.

 (re/k)

ANHA