QSD’ê şehadeta 4 şervanan ragihand

QSD’ê nasnameyên 4 şervanan ku di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD’ê şehadeta 4 şervanan ragihand
5 adar, 2025   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên ku di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD`ê di daxuyaniya de diyar kir ku şervanên wan Delîl Cemîl Hebîb (Kemal Qamişlo), Elî Ebdilkerîm El Ehmed (Elî Nêrebiyê), Mihemed Ebdilrehman Eltaha (Ebû Reed) Nasir Receb El Xelîfa (Ebû Şam Idlibî), di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne.

QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Kemal Qamişlo
Nav û paşnav: Dalîl Cemîl Hebîb
Navê Dayikê: Suheyla Ehmed
Navê Bav: Cemîl Hebîb
Cihê Jidayikbûnê: Qamîşlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo - Ji ber nexweşiya giran, 04.03.2025

***

Nasnav: Eli Nêrebiyê
Nav û paşnav: Elî Ebdulkerîm El Ehmed
Navê Dayikê: Zahîde
Navê Bav: Ebdulkerîm
Cihê jidayikbûnê: Heleb – Neyrabiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa - Krîza dil, 03.03.2025

***

Nasnav: Ebû Read
Nav û paşnav: Mihemed Ebdulrehman El Taha
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê jidayikbûnê: Idlib - El Ramî
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 08.12.2024

***

Nasnav: Ebû Şam Idlibî
Nav û paşnav: Nasir Receb El Xelîfe
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Receb
Cihê Jidayikbûnê: Tebqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 08.12.2024.

(k)

ANHA