Li Brûkselê ’Kongreya ji bo piştevaniya siberoja Sûriye’ pêk hat

Beşdarên kongreya Brûkselê ya "Ji bo piştgiriya siberoja Sûriye û herêmê " rejîma Beşar Esed yê "diyalogê siyasî red dike" wekî berpirsê yekemîn ê berdewama aloziya Sûriyeyê nîşan da. Hate gotin, cîhan êdî nikare bandorên "jibîrkirina aloziya Sûriyeyê" rake.

Li Brûkselê ’Kongreya ji bo piştevaniya siberoja Sûriye’ pêk hat
28 gulan, 2024   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (Duşem 27’ê Gulanê) li paytexta Belçîka, Brukselê kongreya 8’an a "Piştgiriya Siberoja Sûriye û Herêmê" ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve hat lidarxistin.

Berpirsê siyaseta derve ya Yekitîya Ewropayê Josep Borrell di kongreyê de axivî û got: "Nabe erkê me bi alîkariyên mirovî tenê sînordar bimîne. Di dema dawîn de alîkarî lawaz bû. Divê em hewldanên xwe yên dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziyê re zêdetir bikin. Çareseriya were dîtin divê hêviyên gelê Sûriyeyê ji bo siberojeke aştiyane û demokratîk bi cih bîne."

Borrell anî ziman ku cîhan li gel şerê li Xezayê û bandorên wê li herêmê, di heman demê de li gel şerê li Ukraynayê êdî nikare bandorên "Jibîrkirina Sûriyeyê" an paşguhkirina aloziya wê rake.

Josep Borrell rejîma Esed "Ê ketina nava diyalogên siyasî red dike" wekî berprisê yekemîn ê berdewamiya aloziya Sûriyeyê nîşan da. Her wiha bi bîr xist ku Yekitiya Ewropayê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve û heta niha 33 milyar euro alîkarî pêşkêş kiriye û got: "Ji bo domandin û zêdekirina alîkariyan hewcedariyeke mezin heye, nemaze ku ji sedî zêdetirî 70 sûriyeyî hewcedarên alîkariyên mirovî ne."

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres ê bi qeydeke deng beşdarî kongreyê bû, anî ziman ku kongre piştî 13 salan ji êş û azarên Sûriyê re pêwîstiyeke lezgîn bû. Guterres got, ji sedî 90 penaberên sûriyeyî nikarin pêwîstiyên xwe yên sereke bi cih bînin.

Wezîrê karên derve yê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb pêşnumeyên ku di civîna parlamentoya Lubnanê de derketin parve kir û got, Lubnan bi hemû aliyên xwe yên siyasî, olî û civakî der barê dosyaya penaberan de li ser "xaleke jê neveger" li hev kirine. Bû Hebîb xwest ku lez bidin vegera ewle û bi rûmet a sûriyeyan û kesên ku ji ber sedemên siyasî nikarin vegerin Sûriyeyê li gorî rêgeza parvekirina baran dersînorî welatekî din bên kirin.

Wezîrê karên derve yê Lubnanê got, êdî nabe pirsgirêka penaberan li gorî zihniyeta berê yan ku bi penaber werin destekirin werin çareserkirin.

Di kongreyê de her wiha pêkanîna biryara 2254’an a Konseya Ewlekariyê, projeyên di qada tenduristiyê ya Sûriyeyê de, astengiyên li pêşiya qada perwerdeyê, pêşxistina xizmetên sereke û jêderên debara koçber û penaberan û komên ku li Lubnan, Iraq, Tirkiye û Urdinê pêşwaziya wan dike hatin nîqaşkirin. Her wiha mijarên girêdayî aştî, edalet, mafên sûriyeyan ên naskirina çarenûsa girtî û windahiyan jî rojevên kongreyê bûn.

(bb)