Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan wê biçe sardana pêkhateyên herêmê

Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Suriyeyê wê sibe dest sardana rûsipiyên civaka Ereban bike. Înîsiyatîf wê di rojên pêş de jî biçe sardana meclis û dêrên Ermenî, Suryanî û Asuriyan.

Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan wê biçe sardana pêkhateyên herêmê
28 gulan, 2024   13:14
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Suriyeyê, di çarçoveya têkoşîna dijî tecrîdê de, piştî sardana partiyên siyasî, niha jî diçe serdanên rûspiyên civaka Ereb, meclis û dêrên Ermenî, Suryanî û Asuriyan dike. 

Li gorî agahiyên ku endamên înîsiyatîfê dane, serdan wê sibe bi rûspiyên Ereban re destpê bikin.

Di rojên pêş de jî wê sardana meclis û dêrên Ermenî, Suryanî û Asuriyan bê kirin.

(sb/a)

ANHA