Li Tirbespiyê şehîd hatin bibîranîn

Li Tirbespiyê cangoriyên azadiyê yên mehên Adar, Nîsan û Gulanê hatin bibîranîn.

Li Tirbespiyê şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê şehîd hatin bibîranîn
28 gulan, 2024   12:40
QAMŞILO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê  Tirbespiyê ya girêdayî kantona Cizîrê, bi merasîmekê 53 cangoriyên ku di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de li deverên cûda şehîd bûne bi bîr anîn.

Merasîmê bîranîna 53 şehîdan bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û xelkê bajar li nivîsgeha PYD` ê ya li Tirbespiyê hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir axivî. Nûredîn sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û got, ew bi saya ked û berxwedana şehîdan hene.

Nûredîn Şakir got: " Şehîdên me hebûn, dîrok û nasnameya me ne. Şehîdên me hêviya me ne û û çiruska ronahiyê ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwîna hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Suriyan di ber welat re bûye yek. Em deyndarê şehîdên xwe ne. "

Paşê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û sînevîzyonek bi wêneyên şehîdan hate pêşandan.

(ex)

ANHA