Li Brukselê çalakiya dijî cezayên dervekirinê yên li Îranê

Komîteyên PJAK û KJAR’ê yên Ewropayê, li Brukselê li dijî cezayê darvekirinê yê li Îranê ku li aktivîstên jin tên birîn, çalakiyek protestoyî lidar xistin.

Li Brukselê çalakiya dijî cezayên dervekirinê yên li Îranê
16 adar, 2025   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyên PJAK û KJAR’ê bi armanca şermezarkirina cezayên darvekirinê yên li hember aktivîstên jin ên Kurd li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek lidar xistin.

Çalakiya şermezarkirinê ya li ber stasyona Trenê ya Navendî bi pêşengiya KJAR û PJAK'ê pêk hat.

Di çalakiyê de pankartên weke "Na ji darvekirinê re, erê ji jiyanê re", "Jin jiyan azadî", "dawî li rejîma mollayên dîktator a li Îranê bînin", "Dest ji kuştina aktîvîstên Kurd berdin" û "Êşkenceyê bisekinînin" bi zimanên Îngilîzî, Fransî, Flamanî, Kurdî û Farsî hatin vekirin.

Di çalakiyê de wêneyên aktîvîstên Kurd Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammed û Zeynep Celaliyan hatin rakirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê PJAK û KJAR'ê de cezayên darvekirinê yên li Îranê bi tundî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev biryar mînaka zextên sistematîk ên li ser kesên azadîxwaz û mûxalîfên li welat tên meşandin e.

Her wiha hat destnîşankirin, ku desthilatdariya otorîter dixwaze bi avakirina hewirdorek a tirsê, desthilatdariya xwe bidomîne.

Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li dijî zilm û binpêkirinên li Îranê helwestek xurt nîşan bidin.

PJAK û KJAR'ê, li dijî cezayên darvekirinê banga çalakiyan kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna azadî, edalet û mafên mirovan ti carî nikare bê bêdengkirin.