Ukraynayê 47 dronên Rûsyayê xistine

Hêzên Parastina Hewayî yên Ukranyayê ragihand ku wê ji 90 dronan, 47 dronên Rûsyayê xistine.

Ukraynayê 47 dronên Rûsyayê xistine
16 adar, 2025   14:58
NAVNDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Hewayî yên Ukranyayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin wê di saetên şevê de ji 90 dronên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtine, 47 dron xistine.

Li gorî daxuyaniyê 33 dronên din ji ber pergala radarê ya artêşê winda bûn. Her wiha hat destnîşankirin ku li 4 herêmên bakur, navîn û başûrê welat zerar çêbûne.

(bb)