Li Birminghamê di êrişa bi kêrê de 4 kes birîndar bûn

Li bajarê Birminghamê yê Îngilîstanê di êrişa bi kêrê 4 kes birîndar bûn.

Li Birminghamê di êrişa bi kêrê de 4 kes birîndar bûn
24 adar, 2025   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Birmingham ê Îngilîstanê di êrişa bi kêrê de 4 kes birîndar bûn.

Polîsan û xizmetên rewşên awarte piştî wergirtina agahiyan berî dan cihê bûyerê û gumanbar binçav kir.

Polîsan bi daxuyaniyekê ragihand "Bûyer vê sibehê zû pêk hat. Kesek ku nasnameya wî nehat naskirin li herêma Kingsendê bi kêran êrişî  kir. Di encamê de 4 kes birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. "

Polîsan her wiha aşkera kir ku ji dîmenên kamereya çavdêriyê gumanbar êrişî qurbaniyekî dike. Polîsan daxuyand ku li cihê bûyeryê kesekî 32 salî hat binçavkirin û lêpirsîn hîna dewam e.

(bb)