Di êrişa li Yemenê de kesek mir û 13 kes jî birîndar bûn

Hûsiyên Yemenê, dan xuyakirin ku di êrişa DYA’yê ya li paytext Sanayê de kesek hate kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa li Yemenê de kesek mir û 13 kes jî birîndar bûn
24 adar, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan Enes El Sehabî got, "Li gorî bîlançoya dawî, di êrişa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li hemberî avahiyek niştecihbûnê ya li Sanayê de sivîlek mir û 3 jê zarok 13 kes birîndar bûn. "

DYA’yê hê piştrast nekir ku wê êriş pêk aniye an na. Lê rayedarekî Pentagonê ji AFP'ê re axivî û wiha got, "Centcom li dijî çeperên Hûsiyên li Yemenê yên ji aliyê Îranê ve tên destekkirin, bi şev û roj êrişan pêk tîne.”

DYA’yê di 15'ê Adarê de ragihand ku dest bi êrişeke nû ya leşkerî kiriye. DYA’yê, da xuyakirin ku eger Hûsî êriişên xwe yên li hemberî keştiyên li Derya Sor û Kendava Edenê bidomînin wê destwerdaneke xurt a leşkerî pêk bînin.

Hûsiyan, ragihandin ku DYA’yê ji êrîşa roja Şemiyê û vir ve gelek êrişên hewayî pêk aniye ku rayedarên payebilind ên Hûsiyan kuştine. Her wiha ragihandin ku di encama topbarana roja Şemiyê de 53 kes hatine kuştin û 98 kes jî birîndar bûne.

Hûsiyan diyar dikin ku ew bi armanca piştgiriya Filîstînê keştiyên girêdayî Îsraîlê dikin hedef. Ji ber ku Deryaya Sor ji bo bazirganiya cîhanî herêmeke krîtîk e, DYA’yê diyar dike ku niyeta wê ew e ku vê tehdîdê ji holê rake.

Her wiha Hûsiyan, ragihandin ku weke bersiv li dijî operasyonên leşkerî yên li Xezayê ew ê êrişên xwe li dijî Îsraîlê zêde bikin.