Li Beyrûtê 2 êrişên din: 22 kes hatin kuştin
3 çavkaniyên ewlehiyê aşera kirin ku rêveberê mezin ê Hizbullah Wefîq Sefa ji hewldana sûîqastkirina Îsraîlê li Beyrûtê rizgar bû, her wiha di 2 êrişên Îsraîlê yên li dijî Beyrûtê de 22 kes hatin kuştin û 117 kes jî birîndar bûn.
Îsraîl êrişên xwe yên asîmanî û hedefgirtina fermandarên mezin ên Hizbullahʹê dewam dike. Li gorî Reutersʹê, 3 çavkaniyên ewlehiyê aşkera kirin ku rêveberê mezin ê Hizbullah Wefîq Sefa li Beyrûtê ji hewldana sûîqastkirina Îsraîlê rizgar bûye.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di encama 2 êrişên asîmanî yên Îsraîlê li Beyrûtê de 22 kes hatin kuştin û 117 kes jî birîndar bûn.
(fr)