Xalên peymana di navbera Îsraîl û hikumeta Şamê de hatin aşkerakirin

Kanala 12ˊan a Îsraîlê xalên "Pyemana çareseriya ewlehiyê" ya ku tê payîn di navbera Îsraîl û hikumeta Şamê de der barê başûrê Sûriyeyê de were îmzekirin, aşkera kirin.

Xalên peymana di navbera Îsraîl û hikumeta Şamê de hatin aşkerakirin
25 tebax, 2025   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 12ˊan a Îsraîlê ragihand ku Îsraîl û hikumeta Şamê nêzîkî îmzekirina "Peymana çareseriya ewlehiyê" bûne. Kanalê destnîşan kir ku bendên peymanê ji bo pêkanîna aramiyê di navbera her du aliyan de li başûrê Sûriyeyê ye.

Li gorî rapora kanalê, hin xalên lihevkirinê wiha ne: "Rê nedin Tirkiyê ku artêşa Sûriyeyê ava bike, herêma Colanê ya Sûriyeyê were bêçekkirin, çekên stratejîk û pergalên mûşek û parastina hewayî di hundirê Sûriyeyê de neyên bicîhkirin û korîdorek mirovî ji bo Durzîyan li Siwêdayê were vekirin. "

Li aliyekî din jî, dê Amerîka û welatên Kendavê alîkariyên ji bo ji nû ve avakirinê bide hikumeta Şamê.

Li gorî raporê, tê payîn ku her du alî di dawiya Îlonê de bi serperştiya Amerîka û Kendavê peymanê îmze bikin. Heta niha hikumeta Şamê der barê mijarê de daxuyanî nedaye.

Berî çend rojan, nivîskar û çalakvanê Durzî Mahir Şerefedîn aşkera kiribû ku dê di 25`ê Îlonê de peyman di navbera El Şeri û Netanyahu de, bi serpreştiya Trump were îmzekirin. Şerefedîn destnîşan kiribû ku li gorî peymanê dê mafê xwerêvebirinê bibin parêzgeha Siwêdayê û dê di navbera Siwêdayê û Durziyên li Îsraîlê de korîdoreke bejahî ya domdar were vekirin.

(k)