Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin

Artêşa Tirk li Herêma Bestayê ya li bajarê Şirnexê a bakurê Kurdistanê  dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
20 cotmeh, 2025   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Welat (AW), artêşa Tirk li Herêma Bestayê ya bi ser navenda Şirnexê ve dest bi operasyonek leşkerî kir. Hate ragihandin ku operasyon hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve tê domandin. Hat zanîn ku helîkopterên şer jî tev li operasyonê bûn e. 

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî dane AW’ê; ji Şirnexê gelek leşkerên artêşa Tirk berê xwe dane deverên Besta Hincê, Romaran û Mendîçelî yên bi ser Herêma Bestayê ve.

Walîtiya Şirnexê têkildarî operasyona leşkerî heta niha tu agahî bi raya giştî re parve nekiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêma behsa xeberê zêdetirî 5 sal in bênavber dar tên birîn û bi lêgerînên maden, petrol û bendavan ekolojiya wê tê tunekirin.