Pirsgirêka perwerdeyê ya li Şamê mezin dibe

Li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pirsgirêka perwerdeyê her ku diçe mezintir dibe. Ev bandorê li siberoja tevahî xwendekaran dike. Di encamê de qebûlkirina xwendekaran di zanîngehan de dereng dikeve.

Pirsgirêka perwerdeyê ya li Şamê mezin dibe
20 cotmeh, 2025   12:53
ŞAM

50 roj di ser derketina encamên ezmûna asta amadeyî ya xwendekaran re çûne û ev zêdetirî mehekê ye sala nû xwendinê dest pê kiriye, lê hîna jî Wezareta Perwedeya Bilind a hikumeta veguhêz nekariye lîsteya qebûlkirina di zanîngehan de ku 354 hezar xwendekar li bendê ne, derxe.

Li gorî xwendekaran vv derengmayîn lawaziya îdarî ya di wezaretê de nîşan dide.

Gaveke din jî ku rastî nerazîbûneke berfireh hat; Meclisa Fakulteya Hiqûqê sîstema otomasyonê ya berê di ezmûnan de kar pê dikir, guherand. Ew ê vegerin sîstema klasîk a ezmûnan.

Rêveberiya Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz vê biryarê bi “parastina kalîteya perwerdeyê” ve girê dide. Xwendekar vê wek têkçûneke mezin di sîstema perwerdeyê de nîşan didin ku rê li ber gendeliyê vedike.

Bi sedan xwendekaran li ber Fakuteya Hiqûqê xwepêşandan li dijî biryarê li dar xist û paşê berê xwe da Wezareta Perwedeya Bilind.

Xwendekarê bi navê Awis W. ji ajansa me re axivî û metirsiya xwe têkildarî biryarê anî ziman û got heke sererastkirin di destê mamosteyan de be, dê rê li ber bertîl û cudakirinê were vekirin.

Xwendekara bi navê Henîn S. jî got: “Sîstema otomasyonê xwe dispêre fikr û mentiqê mirov. Li şûna ya niha ku xwe dispêre ezberkirinê.”

He wiha hefteya derbasbûyî jî li Fakulteya Zanistê jî bûyerekê rû da. Mamosteyek rastî gefa bi çekan hat. Ev bû sedema nerazîbûna kadroyên perwerdeyê. Li aliyê din mamosteyê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Helebê li gundekî Idlibê ji hewldana kuştinê rizgar bû.

Tê diyarkirin ku hikumeta veguhêz piştî gelek kadroyên perwerdeyê ji erkê avêtin, dixwaze sîstema Zanîngeha Idlibê li Şamê jî pêk bîne. Xwendekarên Zanîngeha Şamê ku çavkaniyeke zanista li herêmê bû, dibêjin zanîngeh veguherîne navendên ezmûna rêveberiyê û pêkanîna wê.

(dc)

ANHA