Biryara hikumeta veguhêz cotkarên Helebê tengav dike

Cotkarên ji Helebê di dema rejîma berê ya Sûriyeyê de di çarçoveya bernameya “Sindoqa Piştîgiriya Enerijiya Nûkirî û Bilinkirina Asta Enerjiyê” de kredî ji sindoqê wergirtibûn. Niha cotkar matmayî man e ku hikumeta veguhêz faîza wan krediyan ji wan dixwaze.

Biryara hikumeta veguhêz cotkarên Helebê tengav dike
20 cotmeh, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Cotkarên ji Helebê di dema rejîma berê ya Sûriyeyê de di çarçoveya bernameya “Sindoqa Piştîgiriya Enerjiya Nûkirî û Bilinkirina Asta Enerjiyê” de krediyên bêfaîz ji sindoqê wergirtibûn. Cotkaran bi wan pergalên enerjiya rojê danîn û pê zeviyên xwe av didan. Niha welatî matmayî mane ku mesrefa çandiniyê ya girêdayî hikumeta veguhêz ji cotkaran xwestiye ku faîza bi rêjeya ji sedî 16 beranberî krediyên ji bo eneriya rojê wergirtin, bidin. 

Cotkar bi vê biryarê matmayî dimînin û diyar kir ku hikumeta berê di bin navê piştgiriya çandiniyê de kredî bê faîz dane wan. Cotkaran destnîşan kir ku ev gava hikumeta veguhêz binpêkirina peymanan e. Rêveberiya Mesrefa Çandiniyê jî vê gavê bi sedemên malî û rêveberiyê ve girê dide.

Li gorî çavkaniyên herêmî 16 cotkarên ji Helebê krediyên bêfaîz wergirtine. Tê gotin ku nirxê her sîstemekê 180 milyon lîreyê Sûriyeyê ye. Vegerandina pereyan jî dê di 10 salan de pêk were.

Biryarên hikumeta veguhêz barn cotkaran girantir dikin. Ew dibêjin li şûna ku hikumeta veguhêz piştgiriya çandiniyê bike, astengiyan ji wan re derdixe.

(dc)