Artêşa Îranê bi çekên giran zozanên Kurdistanê bombebaran kir

Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran û droneyên bombebarkirî êriş birin ser zozanên Şaho yê Rojhilatê Kurdistanê û herêm li sivîlan qedexe kir.

Artêşa Îranê bi çekên giran zozanên Kurdistanê bombebaran kir
16 cotmeh, 2026   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di derbarê êrişên Muxafizên Şoreşê yên Îranê yên li ser zozanên Şaho li Rojhilatê Kurdistanê agahî parve kir.

Hate ragihandin ku Muxafizên Şoreşê yên Îranê di nava du rojên bihurî de çek û teqemeniyên giran ên leşkerî li derdora gundê Delemerzî ê ser bi navçeya Sewlawa bi cih kiriye û  devera Deşteqelb a li zozanên Şaho ya li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kiriye.

Hatiye diyarkirin, ji bilî topbaranek berfireh, bi droneyn bombebakirî êrişî ser çend cihên li deverê kiriye û rê nade şênî biçin herêmê.

Ev êrişa leşkerî ya Muxafizên Şoreşê yên Îranê di demek de ye ku zozanên Şaho û Kusalan bi rûberê zêdetirî 57 hezar hektar ji sala 2009’an ve wek devera parastî ya jîngehê hatiye nasandin û di jêr çavdêriya rêxistina parastina jîngehê de ye.

Tevî vê çendê jî di despêka meha Tîrmehê ya îsal de, bilindahiyên Şaho yên li sinorê Kamêran hatibû topbarankirin. Li gor dîmenên wê demê hatibûn parvekirin, di encama topbaranê de şewatek berfireh li daristan û eraziyê deverê derketibû.

Li gorî çalakvanên jîngehê yên Rojhilatê Kurdistanê, armanca çêkirina rêyan a ji bo baregehên leşkerî yên li herêmê, pêkanîna tatbîqatên berdewam û agirpêxistina bi zanebûn bi daristanên deverê, têkbirina jîngeha deverê ye.

ANHA