Rojnameyên erebî diyaloga Kurdan û koçberkirina filistîniyan nirxandin

Rojnameyên erebî diyar kir ku hewldanên diyalogê yên Kurdan ên ji bo avakirina şandeyeke yekbûyî ku li gel Şamê dan û standinan bike, dewam dikin. Rojnameyan pêşniyara Trump a xelkê Xezayê bişîne Misir û Urdunê jî, wek berdewama plana kevn a têkçûyî nirxand.

Rojnameyên erebî diyaloga Kurdan û koçberkirina filistîniyan nirxandin
28 ÇILE, 2025   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de cih da diyalogên aliyên Kurd, tevgera DAIŞˈê ya li peravên Afrîkayê û mijara koçberkirina filistîniyan.

‘KURDÊN LI SÛRIYEYÊ JI BO AVAKIRINA YEKITIYA XWE TEV DIGERIN’

Rojnameya El Ereb têkildarî tevgerên dawîn ên diyaloga Kurdan nûçeyek weşand. Rojnameyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser li hemberî rewşa awarte, ji gelek aliyan ve ketiye tevgerê û yek ji wan tevgeran yekkirina helwesta kurdî ye.

Rojnameyê da zanîn ku "Dibe di dema pêş de şandeyek an komîteyek mîna ya dema lihevkirinên 1 û 2ˈyemîn ên Hewlêrê (diyaloga kurdî-kurdî) were avakirin, nemaze ku di navbera ENKS û QSDˈê de armancên diyar hene ku diyalogan li gel Şamê bikin."

Rojnameyê diyar kir "Armanca diyaloga kurdî ya navxweyî avakirina şandeyeke yekbûyî ye ku bi Şamê re dan û standinan bike, lewra tu pirsgirêk li pêşiya diyalogan di navbera her du aliyan de tune ne."

TRUMP Û KOÇBERKIRINA FILISTÎNIYAN

Rojnameya El Xelîc jî der barê pêşniyara serokê DYAˈyê de ku xelkê Xezayê ji bo demekê bişîne Misir û Urdunê, nivîsî. Rojnameyê pêşniyara Trump wek "berdewama plana kevin a têkçûyî ya zêdetirî 76 sal e armancên wê bi cih nehatine" nirxand. Rojnameyê diyar kir ku ev pêşniyar li ser asta gelê Filistînê, asta erebî û navneteweyî nayê qebûlkirin û da zanîn ku pêşniyar li dijî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan û mîsaqa Neteweyên Yekbûyî ye.

Li gorî rojnameyê "Tiştê ku ji rêveberiya niha ya DYAˈê tê xwestin ew e ku dev ji pêşniyarkirina planên wiha pûç berde. Eger rêveberiya DYAˈyê bi rastî dixwaze aştiyê li herêmê pêk bîne bila li gorî biryarên navneteweyî tev bigere."

‘DAIŞ BI PÊŞ DE DIÇE Û SERWERIYA XWE LI PERAVA AFRÎKAYÊ ÇÊDIKE’

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser tevgera zêde ya li peravên Afrîkayê. Rojnameyê diyar kir ku ji dema ku cûntayên leşkerî yên li Burkîna Faso, Malî û Nîjerê desthilatdarî girtine destê xwe û ewlehî xirab bûye, DAIŞˈê li peravên Afrîkayê dest daniye ser qadeke fireh.

Rojnameyê ku cih daye rapora Însiyatîfa Glonbal a li dijî Sûcên Organîzekirî yên Transneteweyî diyar kiriye ku “DAIŞˈê ji destpêka 2023ˈyan de li herêmê cihê xwe di çalakiyên aborî yên gel de digire û tê gihiştiye ku avakirina têkiliyên baş bi xelkê re rêya herî guncaw a kontrolkirina herêmê heya demeke dirêj e. Li gorî rapora însiyatîfê, DAIŞˈê xwe wekî dabînkerê debara jiyanê nîşan dide û dest li aboriyên herêmî yên jiyanî de (bi taybetî kanên zêr û qaçaxçîtiyê) wer dide, lê belê ji vê yekê dixwaze xwe bêtir nîşan bide ku ew layîq e desthilatdariyê bike.”

(bb)