Qamişlo amadekariyên pîrozkirina sedsaliya xwe dike

Li Qamîşlo amadekariyên pîrozkirina sedsaliya damezrandina bajêr berdewam dikin, projeyên xizmetguzarî û xemilandinê li kolanên bajêr didomin. Şaredariya Gel ji bo vê bûyerê dest bi daliqandina pankartan kir.

Qamişlo amadekariyên pîrozkirina sedsaliya xwe dike
Qamişlo amadekariyên pîrozkirina sedsaliya xwe dike
Qamişlo amadekariyên pîrozkirina sedsaliya xwe dike
Qamişlo amadekariyên pîrozkirina sedsaliya xwe dike
Qamişlo amadekariyên pîrozkirina sedsaliya xwe dike
16 tebax, 2026   13:47
QAMIŞLO

Di çarçoveya amadekariyên pîrozbahiyên sedsaliya damezrandina bajarê Qamişlo li herêma Cizîrê de, ku dikeve 20`ê Tebaxê (2026), Şaredariya Gel dest bi daliqandina pankartan li gelek deverên bajêr kiriye.

Pankart li deriyên bajêr û kolanên sereke, her weha li gelek ofîs û saziyên fermî hatine danîn.

Biryar e ku di 20`ê Tebaxê de li Parka Azadî  bi boneya sedsaliya bajarê Qamişlo pîrozbahiyek mezin were lidarxistin.

(k)

ANHA