Li başûrê Lubnanê êrişên hewayî

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrişên hewayî pêk anîn. Hate ragihandin ku di êrişan de birîndar hene.

Li başûrê Lubnanê êrişên hewayî
19 hezîran 2024   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê îro li başûrê Lubnanê hin bajarok bombebaran kirin.

Çapemeniya Lubnanê jî ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li bajarokê Wezanî yê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir û diyar kir ku ajokarê erebeyê ji êrişê filitiye.

Her wiha balafirên şer ên Îsraîlê bajarokê Yarûnê jî bombebaran kir û di encamê de birîndar hene.

(bb)