Avînara Amedê û Rûkena Botanê - SELAHATTÎN ERDEM 

Avînara Amedê û Rûkena Botanê - SELAHATTÎN ERDEM 
19 hezîran 2024   15:31

Hewce ev her du şervan û fermandarên YJA Starê yên bi qîmet rast werin fêmkirin û bibîranîn. Wan ne bi gotinan bi kesayeta xwe, di nava têkoşînê de jiyana azad afirand. Hêza rastîn ya jinan ya Zîlanbûnê derxistin holê.

Li Kurdistanê şer li çiya û bajaran berdewam dike. Faşîzma AKP û MHP’ê her roj bi dehan caran çiya û gumdên Kurdistanê bomberan dike. Di van bombebarandinan de bombeyên taktîk û nukeerî jî tên bikaranîn. Êrîşên faşîst û qirker weke li hemû qadên Bakurê Kurdistanê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî pêk tên. Di encama êrîşên berbehs de her roj welatparêzên Kurd tên qetilkirin û xwezayê Kurdistanê zirareke mezin dibîne û tê talankirin.

Li hemberî êrîşên faşîzma AKP û MHP’ê yên berbehs li çiya û bajaran têkoşînên mezin tên meşandin. Li bajaran milîsên YPS û HBDH’ê weke tirseke ketine dilê saziyên faşîst yên hevkarên şerî. Li çiyayan jî gerîlayên HPG û YJA Star’ê di çil saliya şerê azadiyê de ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Erûh û Şmemzînanê dest pê kirin, derbên giran li pergala faşîst û qirker dixin. Faşîzma AKP û MHP’ê gav bi gav ber bi rûxandinê ve dibin.

Weke tê zanîn şerê berbehs îro li ser Heremên parastinê yên Medyayê zêde bûye. Hema bibêje her roj li Zap, Avaşîn, Xakurk û Metînayê şer heye. Tevî ku artêşa Tirk ya faşîst her cure çekên qedexekirî bi kar tîne û li ser herêman bombeberandinê dike jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hem li dijî van êrîşan têkoşîneke bêhempa didin meşandin û hem bi çalakiyên xwe derbên giran li artêşa Tirk a faşîst û qirker dixin.

Êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma AKP û MHP’ê ji 16’ê Nîsanê heya bi taybetî jî li ser herêma Metînayê zêde bûne. Li Metînayê her roj êrîşên dagirkeriyê yên faşîst pêk tên.  Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî li hemberî van êrîşên dagirkeriyê çalakiyan pêk tînin. Li gorî bilançoya meha Gulanê ya HPG–BÎM’ê di 82 çalakiyên gerîlayan yên li van herêman de 48 dagirker hatine cezakirin. Helbet gelek dagirkerên ku hatine cezakirin û amûrên leşkerî yên zirar jî dîtine, gelek in.

Li gorî agahiyên çapemeniyê jî çalakiya dawî ya gerîlayan ya li van herêman sê rojan beriya niha  li Girê Ortê ya Metînayê pêk hatiye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî leşkerên ku bi alîkariya PDK’ê li wî girê berbehs bi cih bûne, ji sê baskan ve çalakiyeke bikoordîne pêk anîn. Her wiha dubare di çapemeniyê de hate nîşandan ku li herêmên Avaşîn û Colemêrgê çalakiyên gerîlayan berdewam in û di encama van çalakiyan de gerîlayan derbên giran li hêzên AKP û MHP’ê xistine.

Ji bilî şerê ku bi terza tûnel û tîman tê meşandin jî derbên gerîlayan yên li dijî SÎHA’yên artêşa Tirk pêş xistine jî hene. Fermandariya Navendî ya HPG'ê di Newrozê de bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên gerîla di nava 13 mehên dawî de 15 SÎHA xistine. SÎHA’yên ku di 27’ê Gulanê li Qendîlê û di 6’ê Xiziranê li Asosê hatine xistin jî li van zêde bûn. Her wiha di 12’yê Xizîranê de li nêzî Suleymaniyê jî  SÎHA’yeke aîdî artêşa Tirk hate xistin.

Ger em serkeftina desthilatdariya Erdogan ku ev serkeftin girêdayî êrîşên SÎHA’yan dida nîşandan, bi dest bigirin wê demê li gorî encamê  rêveberiya Erdogan bi awayekî zelal têk çûye. Her wiha desthilatdariya Erdogan weke bazirganiyekê ev SÎHA difirotin dewletên cuda. Ger em li rastiya xistina van SÎHA’yan binêrin jî em dikarin bibêjin ku ji bo Erdoganî ev deriyê bazirganiyê jî êdî hatiye girtin.  Ev yek jî ji bo dîktatoriya AKP û MHP’ê ya faşîst tê wateya zêdetirîn krîza aborî, sîyasî û rûxandinê.

 Bi awayekî eşkere li holê ye ku şerê faşîst ê dagirkeriyê yê li ser Kurdistanê tê meşandin dawiya aborî û siyaseta Tirkiyeyê aniye. Di şerê berbehs de têkçûna hêzên faşîst û qirker û derbeyên giran ên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li artêşa Tirk dixin û têkoşîna gelê Kurd krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê tim kûrtir kiriye. Encama vê yekê ya herî eşkere jî di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de tê dîtin.

Tevî ku operasyonên şoreşgerî yên serkeftî yên gerîlayên Zapê yên zivistana salên 2023 û 2024’an pêk anîne ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bûne hêvî û moral jî di heman demê de bi van operasyonan hêzên gerîlayan derbeyên rûxîner li desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst xistine. Di encama vê yekê de faşîzma AKP û MHP’ê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de winda kiriye û AKP ji partiya yekem daket partiya duyem û meşrûtîyeta xwe ya sîyasî ji dest daye. Gelê Kurd jî rê nedaye faşîzmê û dawîya qeyûmên li Kurdistanê anîye.

Xuya ye ku desthilatdariya Tayyîp Erdogan di 31’ê Adarê de hilbijartin winda kiriye û ji desthilatdariyê ketiye. A rastî meşrûtiyeta sîyasî ya vê rêveberiyê nemaye. Ger Erdogan hinekî xwedan rûmet û ji demokrasiyê hinekî agahdar bûya wê di sibeha 1’ê Nîsanê de dev ji wezîfeya xwe berda û pêşiya siyaseta Tirkiyeyê vekira. Lê belê Tayyîp Erdoganî ev yek nekir û her wiha hêzên ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftin bi dest xistin jî zor li desthilatdariya Erdoganî nekirin ku îstîfa bike.Nêzîkatiyên di du mehên borî de nîşan didin ku hêzên ku di hilbijartinan de serkeftin bi dest xistine ji rewşa heyî razî ne.  Ji wê wêdetir Rêveberiya CHP’ê ya heyî li şûna ku daxwaza îstîfaya Erdoganî bike jî hewl dide ku desthilatdariya Erdogan ya faşîst û qirker meşrû bike. hevdîtinên Ozgur Ozel yên bi Tayyîp Erdogan re vê yekê nîşanî me dide.

Aha ev rewş desthilatdariya Tayyîp Erdogan li ser piyan digire û kûrbûn û belavbûna şerê antîfaşîst hewce dike. Weke pêdiwîyekê derdikeve holê ku divê desthilatdariya Tayyîp Erdigan bi şerê antîfaşîst were rûxandin. Ev yek jî barê gerîlayan girantir dike û giringita şerê gerîlayan zêdetir dike. Ev yek dike ku şerê gerîlayan li çiyayên Kurdistanê veguhezîne  metropolên Tirkiyeyê. Çalakiyên gerîlayan yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ji 16’ê Nîsanê heya niha, vê erkê bi cih tîne. Yanî dibe girantirîn derbeyên ku li faşîzma AKP û MHP’ê tê xistin û ev yek faşîzma berbehs ber bi rûxandinê ve dibin.

Bêguman şereke bi vî rengî jî bê bedel nabe. Gerîlayên Azadiya Kurdıstanê her roj 24 saetan girêdayî xeta fedaî dijîn û şer dikin. Tevî hemû şert û mercên zehmet şer dikin û hewl didin demokrasiyê bînin Kurdistanê û Tirkiyeyê. Girêdayî vê yekê di têkoşîna azadiyê û şerê gerîlayan de pêngavên nû tên avêtin. Helbet ev yek jî şehadetan bi xwe re tînin.

Pir eşkere ye ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê girêdayî xeta Rêber Apo û şehîdan e. Artêşa Şehîdan pêşengtiya van gerîlayan dike. Şehîd ji bo gerîlayan li her derê û li hemû caran mezintirîn çavkaniya hêzê ne. Avînara ji Amedê û Rûkena ji Botanê jî du nemirên artêşa şehîdan e ku di êrîşa dagirkeriyê ya şeva 6’ê Nîsanê ya li dijî Girê Lelîkan ê Xakurkê de tewlî karwanê şehîdan bûn.

Şehîd Avînar li Amedê ji dayîk dibe û piştî ku li gelek qadên gerîla dixebite, tecrûbeyên xwe yên esas li herêma Xakurkê li gerîlayan zêde kiriye. Hem weke Fermandara Xakurkê ya Yekîtiya Çekên Giran û hem jî perwerdekara gelek gerîlayan û hem jî ji sala 2017’an û şûnde li dijî êrîşên li ser herêmê li gel Fermandarê Eyaletê Şehîd Agirî şerekî bêhempa daye meşandin. Nîşanî her kesî daye ku jina azad dibe hêzeke afirîner û çavkaniya jiyanê ye. Keça Botanê ya rûbiken Şehîd Rûken jî kariye tim ji bo hevrêyên xwe bibe çavkaniya hêz, moral, cesaret û fedakariyê.

 Hewce ev her du şervan û fermandarên YJA Starê yên bi qîmet rast werin fêmkirin û bibîranîn. Wan  ne bi gotinan bi kesayeta xwe, di nava têkoşînê de jiyana azad afirand. Hêza rastîn ya jinan ya Zîlanbûnê derxistin holê. Ew kes in ku îspat kirine ku bêyî xweparastinê jiyana azad ne pêkan e û ev yek bi awayekî serkeftî bih anîne. Ew kes in ku jina azad, gelê azad û mirovê azad ji her tiştî qîmettir nirxandine. Gelek keda wan li ser me hemû kesên ku li Kurdistanê dijîn, hene. Em dikarin bes bi meşa li ser şopa wan û pêkanîna armancên wan vî deynî bidin. Bi vê wesîleyê di şexsê Şehîd Avînar û Şehîd Rûkenê de em hemû şehîdên xwe bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.

Çavkanî:Yanî Ozgur Polîtîka