HRE: 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku di 3 çalakiyên wan ên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, 3 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.
![HRE: 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65c9edc0d3b1e.jpg)
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn daxuyaniyeke nivîskî da.
HRE’yê diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên wan di navbera 9 û 11’ê Sibatê de 3 çalakiyên bersivdayînê li dar xistine.
Li gorî daxuyaniyê di 9 û 10’ê Sibatê de li bajarokê Ezazê yê dagirkirî 2 çalakiyên sekvanî hatine lidarxistin û di encamê de 2 hatine kuştin.
11’ê Sibatê jî li xeta Meryemînê çalakiyeke taybet hatiye lidaristin. Di wê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin û 2 çete jî bi giranî birîndar bûne. Her wiha erebeyeke doçkabarkirî hatiye îmhakirin.