Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî erebeyekî de kesek hat kuştin. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê endamekî Hizbullahê kiriye hedef.

Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin
2 sibat, 2026   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi dronekê erebeyek li nêzî Zanîngeha Vînîsiya ya Ensariye ya li başûrê Lubnanê kir hedef û di encamê de kesek hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku kesê hat kuştin endamekî Hizbullahê ye.

Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê berbanga îro ketin bajarokê Îta Şeeb û malek teqand, her wiha bi dronekê 3 bombeyên deng avêtin. Li başûr û devera Beilbek jî liv û tevgera balafiran hate dîtin.

(b)