Xelkên Mûş, Agirî û Colemêrgê ji bo Rojava meşiyan

Xelkên Mûş, Agirî û Colemêrgê bi çalakiyên cûda ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistan meşiyan. Di meşê de peyama Rojava ne bitenê ye hate dayîn.

Xelkên Mûş, Agirî û Colemêrgê ji bo Rojava meşiyan
2 sibat, 2026   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakûrê Kurdistan çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava berdewam dikin. Îro jî xelkên bajarê Mûş, Agirî û Colemêrgê daketin qadan.

MÛŞ

Li Mûşê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji Qada Bajêr a Mûşê ber bi Qada Kobanê ve meş hate lidarxistin. Girseya ku li Qada Bajêr kom bû bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” “Rojava rûmeta gelê Kurd e”

Dema girse gihîşt Qada Kobanê ji aliyê Keskîn Bayindir ve axaftinek hate kirin.

Bayindir balkişand li ser siyasete dewletên li pişt hikûmeda demkî a Sûriyeyê û got:

“Bi hişmendiya DAIŞ`ê dixwazin kuştin ku qetlîama Kurdan pêk bînin. Behsa biratiya bi Kurdan re dikin lê rojane fetwaya kuştina Kurdan didin. Li ser Kobanê dorpêçê didomînin. Ger hûn neyarê Kurdan nînin, ewilî deriyê Kobanê vekin. Bihêlin bila alîkarî derbasî Kobanê bibe.”

Bayîndir di dawî de got ku bila her kes bizanibe Rojava ne bitenê ye ew ê ji bo parastina Rojava her li qadan bin.

AGIRÎ

Dîsa bi heman armancê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê de li navenda Agiriyê meşekî girseyî hate lidarxistin. Girseya ku li Cadeya Tahîr Elçî kom bû, bi pankarta “Rojava xeta me ya ser e” heta Cadeya Cumhuriyetê meşiya. Di meşê de bi domdarî dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.

Piştî meşê Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik axivî û ev tişt got: “Hûn ê ji bo Filistîn bigirîn lê dema mesele bibe Kurd hûn ê piştgiriyê bidin cîhadîstan. Em êrişên li ser Rojava şermezar dikin. Ev berxwedan ji bo parastina destkeftiyên Rojava wê bidome.”

COLEMÊRG

Her wiha li bajarê Colemêrgê jî bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşma “Rojava azadî ye” meşek hate lidarxistin.

Piştî meşê li ser navê platformê axaftin hate kirin û hate gotin ku ger îro li Rojava plana qirkirina Kurdan neçûbe serî bi saya Abdullah Ocalan e.

Di dawî de banga yekîtiyê hate kirin û hate gotin ku pêşeroja gelê Kurd di tîfaq û yekîtiya gelê Kurd de ye. Çalakî bi durşma “Yek e yek e gelê Kurd yek e” bi dawî bû.