Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin û banga valakirina 29 gund û bajarokan hate kirin.

 Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin
14 hezîran, 2026   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê îro (yekşem) droneke Îsraîlê li ser rêya navçeya El Zehranî ya başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin. 

Di navbera du rojan (şemî û yekşemê) de 11 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn. Ji birîndaran leşkerekî Lubnanê heye.

Her wiha artêşa Îsraîlê bajarokê Mecdel Zon, Mensûrê, El Qelîle, El Abasiya û herêma El Maimûra ya girêdayî Hewş Siwer bombebaran kirin. Herêmên girêdayî başûrê Lubnanê jî topbaran kirin.

Hate ragihandin ku bajarokê El Serîra ya girêdayî naveçya Cizeyîn ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat bombebarankirin, di encamê de ziyanên madî li mal û milkên şêniyan bûn.

Îro jî (yekşemê) bajarokê Kefer Tibnêt, El Nibtiyê, El Foqa, Harîs û Hedasa hatin bombebaran kirin.

BANGA VALAKIRINA 29 BAJAROKAN KIR

Artêşa Îsraîlê bang li şêniyên 29 gund û bajarokên başûrê Lubnanê kir ku ji gund û bajarokên xwe derbikevin.

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku li Celîl El Xerbî 2 dron derbasî qada hawayî ya Îsraîl bûn û ketin xwarê.

(np)