Li başûrê Lubnanê 50 kes hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 300 navendên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê bombebaran kirine. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku 50 kes hatine kuştin û zêdetirî 300 kes birîndar bûne.

Li başûrê Lubnanê 50 kes hatine kuştin
23 îlon, 2024   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku heta niha zêdetirî 300 navend û nuqteyên Hizbullaha Lubnanê bombebaran kirine.

Çavkaniyên lubnanî jî diyar kir ku Îsraîlê zêdetirî 50 bajarokên Lubnanê bombebaran kirine.

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê jî ragihand ku Îsraîlê 2 yekîneyên nîştecihbûnê li bajarokên Babiliye û Serfand ên başûrê Lubnanê kirine hedef. Li gorî agahiyên pêşîn, birîndar hene.

Ajansê da zanîn ku Îsraîlê avahiyeke pîşesaziyê li bajarokê Tûl ê herêma Nebetiye bombebaran kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku heta niha di encama êrişan de 50 kes hatine kuştin û zêdetirî 300 kes birîndar bûne.

Malpera Sky News El Erebiye jî ragihand ku Şêx Elî Ebû Riya ku berpirsekî Hizbullahê ye, hatiye kuştin.

Reutersê ku agahiyên xwe ji serokê şîrketa peywendiyan a Lubnanê Ogeroyê girtine, da zanîn ku zêdetirî 80 hezar lêgerîn çêbûne û daxwaz ji şêniyan hatiye kirin ku ji malên xwe derkevin ku gumanên mezin hene ev hewldan ên Îsraîlê bin.

(şx)