Şehîd Sara û şehîd Rûken hatin bibîranîn

Şehîd Sara Tolhildan û şehîd Rûken Zelal di salvegera şehadeta xwe ya duyemîn de li Kobanê hatin bibîranîn. Her du şehîdan li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê çalakiyeke fedaî kiribû.

Şehîd Sara û şehîd Rûken hatin bibîranîn
Şehîd Sara û şehîd Rûken hatin bibîranîn
Şehîd Sara û şehîd Rûken hatin bibîranîn
Şehîd Sara û şehîd Rûken hatin bibîranîn
Şehîd Sara û şehîd Rûken hatin bibîranîn
23 îlon, 2024   15:15
KOBANÊ

Li bajarokê Şêranê yê Kobanê şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal hatin bi bîranîn. Bîranîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre ji rêveberiya Kongra Star a bajarokê Şêranê Litfiye Silêman axivî.

Litfiye Silêman got: “Dewleta Tirk ku qaşo digot em ê di demeke kin de gerîla tune bikin, lê va ye gerîla ew gêj kirine. Wan hevalan îspat kir ku îro her hevalekî li çiyayên azad tê dikoşe ji bo tevahî gelên bindest e. Gerîla di dilê dijmin de çalakiyeke man û nemanê kir û bûn xwedawendên azadiyê û fedakariyê.”

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser kurtejiyana her du şehîdan hate pêşkêşkirin.

(EKÎP)

ANHA