Li başûr û rojavayê Tebqayê pevçûn didomin

Li sê deverên başur û rojavayê Tebqayê li ser êrişên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê, di navbera wan û şervanên QSD’ê pevçûnên dijwar diqewimin.

Li başûr û rojavayê Tebqayê pevçûn didomin
17 ÇILE, 2026   17:37
TEBQA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, piştî êrîşên komên çeteyan ên li ser şervanên QSD’ê ku di çarçoveya biryara vekişînê de dihatin Tebqayê, li herêmên pevçûn dijwar bûne. 

Nûçegihanan diyar kirin ku li gundê Dibis Efnan û Derîyê Boasî yên rojavayê Tebqayê di navbera komên çeteyan û şervanên QSD’ê de pevçûnên dijwar hene.

Li gundê Heqil El Sewra ku dikeve başûrê Tebqayê jî komên çeteyan êrişî noqteyên QSD’ê kirin û pevçûn derketin.

Ji rojavayê Tebqa heta başûrê wê li devereye derdora 35 kîlometreyan pevçûn diqewimin.

(ekip/a)

ANHA