Rojnamevan û çalakvanan awayên pêşîgirtina li zimanê nefretê gotûbêj kir

Di rûniştineke diyalogê de, rojnamevan û çalakvanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser berpirsiyariya ragihandinê di sînordarkirina zimanê nefretê de nîqaş kirin û bal kişandin li ser pabendbûna bi exlaqê rojnamegerî û redkirina hemû şêweyên zimanê nefretê.

17 ÇILE, 2026   17:35
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ofîsa xwe ya li bajarê Hesekê, bi amadebûna hejmarek rojnamevanan û çalakvanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civînek diyalogê bi sernavê "Berpirsiyariya ragihandinê di Kêmkirina Zimanê Nefretê û Avakirina Aştiya Sivîl de" li dar xist.

Rûniştin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê MSD`ê Mehmûd El Muslit axivî û diyar kir ku divê li şûna zimanê nefretê zimanê hezkirinê hebe û rola girîng a rojnamevanan di rêvebirina civakê ber bi hişyarî û aqilmendiyê ve destnîşan kir. Her wiha anî ziman ku mîsyona ragihandinê ne tenê bi ragihandina rastiyê ve sînordar e, lê berî ku bibe berpirsiyariyeke neteweyî, berpirsiyariyeke exlaqî jî hildigire ser xwe, ji ber ku "xwîna Sûriyan emanet e."

Mehmûd El Muslit destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qurbaniyên mezin dane û ne layiq e ku ew rastî zimanê nizm an jî gotinên bêrêziyê werin. El Muslit tiştên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û deverên din ên Siweydayê û peravên Sûriyê qewimîn wekî sûcek li dijî Sûriyeyê û Sûriyyian bi nav kir û banga avakirina Sûriyeyek ewle û aram kir.

El Muslit teqez kir ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bawer dike ku diyalog rêya aştiyê ye û peymana 10'ê Adarê rêyeke rastîn a neteweyî ye.

Hevserokê Ofîsa Têkiliyan a kantona Cezîrê, Dr. Hisên Ezam jî axivî û da zanîn ku ragihandinê bandorek mezin di avakirina hişmendî û raya giştî de heye, ev yek jî wê dike şirîkek girîng di rûbirûbûna zimanê nefretê û pêşxistina aştiya sivîl de.

Azam diyar kir ku rola ragihandinê ew e ku bi rêya çavdêrîkirin û hişyariya bilez pêşî li gotinên nefretê bigire, bi pêkanîna nûçeyeke hevseng û verastkirina agahdariyan ji bo pêşîgirtina li gotegotan.

Di rûniştinê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin, ya yekem "ragihandina pevçûnan û çawaniya pêşîgirtina li gurrkirinê û avakirina aştiyê", ku beşdaran bal kişandin li ser pêwîstiya pêşxistina planeke ragihandinê ya stratejîk di dema aloziyê de, başkirina hevrêziyê bi saziyên fermî re, têgihîştina avahiya psîkolojîk û civakî û rûbirûbûna şerê taybet yê ragihandinê.

Mijara duyem bi sernavê "Ziyanên Zimanê Nefretê - Nûçe û Bandor - Berpirsiyariya ragihandinê" bû, tê de li ser zehmetiyên li pêşiya rojnamevan di ragihandina rastiyê de û rola ragihandinê di parastina tevna civakî de nîqaş kirin.

Di dawiya rûniştina diyalogê de, beşdaran li ser hin encamnameyan lihevkirin:

- Redkirineke tund a hemû cureyên zimanê nefretê.

- Parastina tevna civakî, aramî û aştiya sivîl di aloziya Sûriyeyê de.

- Pabendbûna bi exlaqa karê rojnamegerî û ragihandinê (rastbûn - hevsengî).

- Pêkanîna bendên peymana 10'ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta demkî Ehmed El Şeri de, bi taybetî benda 7'an, ku bangên parçekirinê, gotinên nefretê û hewldanên ji bo çandina nakokiyan di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de red dike.

(ac)

ANHA