Li baregeha Himêmîmê ya Laziqiyê sewqiyetên mezin ên Rûsyayê

SOHRˊê ragihand ku hêzên mezin ên Rûsyayê, ji karwanên leşkerî û alavên giran pêk tê, gihîştin Baregeha Leşkerî ya Himêmîmê ya li Laziqiyê.

Li baregeha Himêmîmê ya Laziqiyê sewqiyetên mezin ên Rûsyayê
11 cotmeh, 2025   00:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di çend saetên borî de hêzeke mezin a Rûsyayê gihîşt Baregeha Leşkerî ya Himêmîmê. Ew hêz di zêdetirî 9 balafirên kargo yên ji cureya A124ˋan ên ji Rûsyayê ve hatine de, li baregehê daketin.

SOHRˊê da zanîn ku 4 karwanên leşkerî yên Rûsyayê jî, ku ji dehan kamyonên made û alavên giran pêk tê, ji baregeha deryayî ya Tertûsê ber bi Baregeha Himêmîmê ve çûn.

SOHRˊê aşkera kir ku îşev saet 16.45ˊan  karwaneke leşkerî ya Rûsyayê ku ji 24 kamyonên veguhastina leşkerî ku madeyên lojîstîkî bar kiribûn û 4 tankerên kîrosînê pêk dihat, ji baregeha bendera Tertûsê ketin baregeha Himêmîmê.

Li Baregeha Himêmîmê tevgera berdewam a balafirên kargo yên Rûsyayê hene. Rûsya hêzên xwe sewqî nuqteyên xwe yên leşkerî dike.

(fr)