4 zarokan dema avjenî dikir xeniqîn
Di 24 saetên dawîn de li Dêrazor û Amûdê 4 zarokan dema avjenî dikir, xeniqîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, li Dêrazorê 2 zarok dema di çemê Firatê de avjenî dikir xeniqîne. Çavkaniyan diyar kirin ku navên zarokên ku di çem de xeniqîne Taha Nayîf (10) û Ayat El Salim (11) in.
Li gundê Kerama yê navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê jî duh 2 zarokan dema avjenî dikir, xeniqîn. Her du zarokên ji gundê Behîra yê heman navçeyê ku di korteke tije av de avjenî dikir, jiyana xwe ji dest da.
(bb)
ANHA