Zelensky: Me Sudzha yê Kurskê yê Rûsyayê bi tevahî kontrol kir

Ukraynayê ragihand ku hêzên wê yên beşdarî êrişa li ser herêma Kurskê ya Rûsyayê bûne 82 bajar û gund û qadeke bi zêdetirî hezar û 150 kîlometre çargoşe kontrol kirin.

Zelensky: Me Sudzha yê Kurskê yê Rûsyayê bi tevahî kontrol kir
15 tebax, 2024   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Voldoymyr Zelensky ragihand ku hêzên wî, piştî 9 rojan ji êrişa bejahî li herêma Kursk a Rûsyayê, bajarê Sudzha bi giştî kontrol kir.

Zelensky li ser telegramê nivîsî û got fermandarê artêşa Ukraynayê Oleksandr Sirskiy daxuyand ku bajarê Sudzha ji destê leşkerên Rûsyayê hat rizgarkirin.

Oleksandr Sirskiy daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku taarûza mezin a Ukraynayê li ser axa Rûsyayê daye destpêkirin di roja 9’emîn de ye.

Sirkiy ê ku bi Serokomarê Ukraynayê Volodymir Zelenskiy re hatin gel hev û got, “Operasyona ku li herêma Kurskê hatiye destpêkirin heta niha leşkerên me bi tevahî 35 kîlometreyan bi pêş ketine."

Fermandarê leşkerî wiha berdewam kir, “Me qadek hezar û 150 km2 û 82 bajarok xistine bin kontrola xwe.”

Fermandarê artêşa Ukraynayê Oleksandr Sirskiy destnîşan kir ku Ukraynayê li herêma Kurskê ya Rûsyayê rêveberiya leşkerî ava kiriye.

Rayedarê leşkerî herî dawî îdia kir ku bajaroka Sudzha ya Rûsyayê bi temamî xistine bin kontrola xwe.