Di êrişên Îsraîlê de 16 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê  yên li ser Xeza û Şerîaya Rojava de 16 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku êriş wek bersiva li hemberî gulebaranê ya ji aliyê çekdaran ve hatiye kirin.

Di êrişên Îsraîlê de 16 kes hatin kuştin
16 adar, 2026   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê li nêzî têketina bajarokê Zewayîd ê naverasta Xezayê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de berpirsekî polîsan û 8 kesên pê re hatin kuştin û bi kêmanî 14 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya li herêma rojavayê kampa Nisêrat a naverasta Xezayê de ji malbatekê jineke ducanî, hevjînê wê û zarokekî wan hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê idîa kir ku êriş wekî bersiva li hemberî êrişa çekdarên Hemasê ya li dijî hêzên wê hatiye kirin.

Li Şerîaya Xezayê çavkaniyên tenduristiyê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li bajarokê Temûn a li dijî erebeyekê de, 4 kes hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku piştî erebe nêzî leşkerên wê yên di operasyona girtina kesên tên xwestin de bû, ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin.

Rayedarên qada tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîl û Îranê ve 36 kes di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin. Rayedaran da zanîn ku destpêka ragihandina agirbestê (Cotmeh 2025) ve nêzî 670 kes hatin kuştin. Îsraîlê jî ragihand ku di vê heyamê de 4 leşkerên wê hatine kuştin.

(bb)