Li bajarokê Zêdel ê Humsê jin û mêrek hatin qetilkirin

Şêniyên bajarokê Zêdel ê başûrê bajarê Humsê cenazeyên jin û mêrekî li hundirê mala wan dîtin û diyar kir ku li ser cenazeyê jinê şopên şewitandinê hebûn û gotinên taîfî hatibûn nivîsandin.

Li bajarokê Zêdel ê Humsê jin û mêrek hatin qetilkirin
23 mijdar, 2025   13:45
HUMS

Nûçegihana me ji Humsê daxuyand ku xelkê bajarokê Zêdel ê başûrê bajarê Humsê cenazeyên mêr û jinekê di mala wan de dîtin 2 kes hatin kuştin. Şêniyan da zanîn ku li ser cenazeyê jinê şopên şewitandinê hebûn.

Nûçegihan diyar kir ku sûcdaran li cihê bûyerê gotinên taîfî nivîsandibûn, wê jî di nava şêniyên bajarokê de ku piranî ji taîfeya Xiristiyan in hêrs û fikar çêkir.

Van bûyerên dawîn di nava şêniyên bajarokê û herêmên derdorê de, bi taybet ligel berdewamkirina tevliheviya ewlehî bêyî girtina tu tedbîrên sînordarkirinê, metirsî çêkirin.

(fr)