Li Derayê mamosteyek hat qetilkirin

Li taxa El Şemalî ya bajarokê El Tîbe yê gundewarê rojhilatê Derayê mamosteyek ji aliyê guleyên çekdarên nenas ve hat qetilkirin.

Li Derayê mamosteyek hat qetilkirin
23 mijdar, 2025   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku duh, çekdarên li motorsiklêtekê siwar bûbûn, li taxa El Şemalî ya bajarokê El Tîbe yê rojhilatê gundewarê Derayê li nêzî rêya ber bi bajarokê Kihêl ve gule li mamosteyekê barandin û qetilkirin.

SOHRˊê diyar kir ku heta niha tu agahiyên der barê ajoya qetilkirina wê mamosteyê yan jî nasnameya sûcdaran de nehatine bidestxistin.

Digel zêdebûna kaosa ewlehiyê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û tomarkirina sûcan ji aliyê nenasan ve, ev sûc pêk hat.

Bi vê sûcê re, hejmara sûcên ji destpêka 2025ˊan ve li tevahî bajarên Sûriyeyê hatine tomarkirin derketiye 363 sûcan û di encamê de 416 kes di nav de 321 mêr, 29 zarok û 66 jin hene, hatine qetilkirin.

(fr)