Li bajarokê Sîtek şewat derket 

Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agir bi sînorê Sîtek ketiye û 50 donum erazî şewitiye.

Li bajarokê Sîtek şewat derket 
7 tebax 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agir bi gundê Zerdebî ya ser bi bajarokê Sîtek ya ser bi Silêmaniyê ketiye.

Hate gotin ku ji ber şewatê, 50 donum erazî şewitiye. Di erazî de gelek dar û puş şewitîn. Li gorî daxuyaniyê piştî demekê bi alîkariya xelkê gund, agir hatiye vemirandin.