Çawişê Pispor li Zapê hat kuştin
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku Li Zapê di encama çalakiya gerîlayên azadiya Kurdistanê de leşkerê artêşa Tirk a dagirker Çawişê Pispor Habîp Mûrat Alp hatiyê kuştin.
Êrişên dewleta Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Tê ragihandin ku di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên azadiya kurdistanê de şerên dijwar diqewimin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û diyar kir ku di 7’ê Tebaxê de çawişê binefser ê piyadeyî Habîp Mûrat Alp di gulebarana hatiye kirin de jiyana xwe ji dest daye.