Şêniyên Til Temirê şehîd Sosin Bîrhat, Rênas û Egîd bi bîr anîn

Şêniyên bajarê Til Temirê û Meclisa Leşerî ya Til Temir 4’emîn şehadeta fermandarê Meclisa Leşkerî ya bajarê Til Temirê, şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj, Egîd Girkê Legê û hevalên wan bi bîr anîn, şêniyan piştrast kirin ku têkoşîna şehîdan wê çavkaniya hêza hemû şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê be.  

19 tebax, 2025   23:42
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ji bo bîranîna salvegera 4’emîn a şehadeta fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj û Egîd Girkê Legê û hevalên wan Robar Hesekê û Seyfullah Ehmed, merasîmekli dar xist.

Fermandarên Meclisê, di encama êrişa droneke dewleta Tirk a dagirker li ser Navenda Têkiliyên Giştî ya Meclisê de şehîd bûbûn.

Merasîm li cihê şehadeta wan hate lidarxistin, navê wan li hewşa avahiyê hate kirin. Serokên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, endamên rêxistinên civaka sivîl, serokên eşîran, nûnerên partiyên siyasî û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mahir El Ebdo diyar kir ku bîranîna şehîdan ne tenê weke merasîmeke sembolîk e lê ew nameyeke berdewam ji bo nifşên bê ye ji bo ku nirxên nîştimanî, maf û destkeftiyan biparêzin.

El Ebdo anî ziman ku ew weke malbatên şehîdan soz didin gelê xwe ku ew ê li ser esasê çand û pransîpên xwe bimînin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temir Îsa El Receb soz da ku parastina gel, destkeftiyên wî biparêzin ta ku azadiyê û edaletê ji tevahî pêkhateyan re bi dest bixin.

Xwişka fermandar Sewsen Bîrhat Îlham Mihemed axivî û diyar kir ku piştî 4 salan di ser şehadeta xwişka wê derbas bûye, lê hîna di dilê her kesî de zindî ye.

Îlham wiha domand: “Em weke malbata şehîd Sewsen soz didin ku wefedarên rêya wê bin. Piştgiriya her kesê nirxên azadiyê û edaletê diparêze bikin. Sosinê bi şehadeta xwe îsbat kir ku jin dikare di refên pêşîn de bi lehengî û cesaret li gorî berpirsyariyê be."

Nûnerê Partiya Asûrî ya Demokratîk li Sûriyeyê Waêl Mîrza diyar kir ku van qehreman û fermandaran ispat kirin ku vîna gelan ti carî naşike û yekbûna pêkhateyan çeka herî bi hêz e.

Mîrza ev li axaftina xwe zêde kir: “Bîranîna şehîdan, berpirsyariya me hemûyan e. Peyameke wefadariyê ye ku divê em di partîkê de bikin karekî hevbeş ji bo ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

Merasîma bîranînê bi pêşkêşkirina belgefîlmekî li ser berxwedana şehîdan bi dawî bû.

(ac/şx)

ANHA