Li bajarê Meskenê civînek hat lidarxistin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa ji xelkê bajarê Meskenê yê rizgarkirî yê li gundewarê rojhilatê Helebê û endamên saziyên berê re civînek organîze kir.

Li bajarê Meskenê civînek hat lidarxistin
Li bajarê Meskenê civînek hat lidarxistin
Li bajarê Meskenê civînek hat lidarxistin
Li bajarê Meskenê civînek hat lidarxistin
Li bajarê Meskenê civînek hat lidarxistin
Li bajarê Meskenê civînek hat lidarxistin
24 kanûn, 2024   16:24
TEBQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqa li Komeleya Perwerdê ya bajarê Meskenê bi beşdariya xelkê bajêr û endamên saziyên şaredarî, çandinî, kehrebe, perwerde û mixtarê yên hikumeta berê re li dar xist.

Di civînê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqa, Desteya Aborî û Civakî, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, Gerînendetiya Sotmeneiyê, Yekitiya Şaredariyan û Gerînendetiya Firn û Aşan beşdar bûn.

Ev civînê di çarçoveya lidarxistina rêzecivînên li bajar û bajarokên rizgarkirinê de ku sazî ji nû ve bên vekirin û xizmetguzarî bên pêşkêşkirin, hat lidarxistin.

Di civînê de mekanîzmeya xebata saziyan û girîngiya vekirina wan di leztirîn dem de hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqa Ehmed El Omer axivî û got: "Jinûve vekirina saziyan girîng e ku kar û barên şêniyan were hêsankirin û têkilî di navbera Rêveberiya Xweser û xelkê li Meskenê de bê xurtkirin."

Her wiha El Omer behsa astengiyên siyasî û xizmetguzarî yên li herêmê û bûyerên dawîn ên li Sûriyeyê kir.

Di dawiya civînê de serjimariya şênî, dibistan, saziyên li bajêr hatin girtin. Her wiha Rêveberiya Xweser soz da ku pêdiviyên lezgîn pêşkêş bikin û saziyên di leztirîn dem de aktîv bikin.

(fr)

ANHA